Kurdî English

Ewladê bixêr ê Kurdistanê Dr. Silêman

                         

Saîd Çurukkayayê ku bi maxlasa Doktor Silêman dihat nasîn li Almanyayê dijîya. Di Hezîrana 2014an de, dema DAIŞê Mosilê desteserkir û di Tebaxê de hêrîş bir ser Şengalê, hat Başûrê Kurdistanê û beşdarî pêşmergeyan bû. Pêşmergeyek xwebexiş bû. Wek wî pêşmergeyên xwebexiş jî hebûn. Yekîneyên pêşmergeyên xwebexiş pêk anîn û bi awayek çalak li rex pêşmergeyan beşdarî bo tekoşînê, bo şer kirin. Di Mijdara 2015an de, beşek mezin a Şengalê ji DAIŞê hat rizgarkirin. Di nava yekîneyên pêşmerge yên ku 12ê Mijdara 2015an ketin Şengalê, de yekîneya pêşmergeyên xwebexiş a Doktor Silêman jî hebû.

Doktor Silêman, perwerdeyî dida yekîneyên pêşmergeyan. Bi taybetî di mijara mayînan de, di mijara paqijkirina xak, avahî, rêyan û hwd. de, di mijra paqijkirina ji mayînan de perwerdehî dida. Tesbîtkirin, vekirin, bêbandorkirina mayînan, bo vê bikarnîna amûrên pêwîst bi awayek sûdgir û çalak pir girîng e. Yekîneya pêşmergeyên xwebexiş di vê mijarê de xebatek, hewldanek pir mezin û berfireh dimeşîne. Pirê caran ev xebat û hewldanên xwe, di nava bêderfetîyên mezin de, lê bi kêfek pir mezin diajo.

Em wek WÎBê di Mijdara 2015an de, dema ku me Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê zîyaret kiribû, em çûbûn Şengalê jî. Di vê gera me de, li kêleka yekîneya pêşmerge, yekîneya Doktor Silêman a pêşmergeyên xwebexiş jî rêhevaltîya me kiribû. Doktor Silêman, dema bi DAIŞê re şerkiribûn, roja 12ê Mijdarê, çawa ketibûn Şengalê, rewşa Şengala sotî ya hatî şewtandin û hilweşandin jî vegotibû. Di dawîya Îlona 2016an de, li Soranê, Sempozyuma hizra neteweyî hebû. Piştî vê çalakîyê li Hewlêrê, dîsa me Doktor Silêman dît, li aşxaneya Rojîna hunermenda kurd, me pê re sihbetek dûr û dirêj kir…

Operasyona Mosilê, di 17ê Çotmeha 2016an de dest pê kir. Di vê operasyonê de yekîneyên artêşa Iraqê û yekîneyên pêşmergeyên Kurdistanê beşdar dibin. Hêzên hevpeymanî yên nav dewletî pişgirîya hewayî dikin. Li rex yekîneyên pêşmergeyan, pêşmergeyên xwebexiş jî bi awayek aktîf beşdarîya operasyonê dikin.

DAIŞ nexwedîyê tu rûmetek însanî ye. Şêweyek şerî wisa dimeşîne ku di tu hiqûqeke şeran de cihê wê tune ye. Li her alîyê qadên şer bi mayînan dafik vedike û ji qadên ku  kontrol kirîye direve. Yekîneya Doktor Silêman a pêşmergeyên xwebexiş, di paqijkirina mayînên li qadên ku DAIŞê danînê, di rakirina dafikan de rolek pir girîng girtîye ser milên xwe…

Roja 26ê Çotmehê, di dema paqijkirina mayînek wiha de, di xebata li ser tûnelek de, di encama teqîna mayînê de, pêşmergeyek xwebexiş î ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû, Doktor Silêman bi giranî birîndar bû.

Bi rewşa Doktor Silêman re, di serî de Serok Mesûd Barzanî, Rêveberîya Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmergeyan ji nêzîk ve eleqedar dibin. Lê, gotinên Selim Çurukkaya yê Kekê Doktor Silêman jî pir girîng in.

DAIŞ bi metodên şerê klasîk şer nake. Bi bombe, bi dafikên bûbî, bi teqemenîyên ji dûr ve tên teqandin û bi sazkirina mayînan direve. Mixabin pisporên kurdan ên vê qadê pir kêm in. Ji ber ku welatên hevpeyman jî beşdariya hereketa bejayî nabin, di paqijkirina mayînan de jî cih nagirin. Ev kar ne karê kurdan bitenê ye. Divê bo vê mijarê Hikûmeta RHKê bang li hêzên koalisyonê bike   www.kürdistan-post.eu, 28 Çotmeh 2016

Doktor Silêman, îro (28 Çotmeh)  bi balafirek ambulansî ku ji Almanyayê hatibû, bo dermankirinê birin Almanyayê. Ez hêvî dikim ku di demek kurt de tendirustîya vî ewladê bixêr ê Kurdistanê baş bibe û xîzmeta gelê xwe î mezlûm bidomîne.

 

Werger: Ahmed KANÎ


Copyright © 2017