
Ji Serokê İBVê İbrahim Gürbüz der barê mamoste Beşikci de daxuyanî
Dostên hêja,
Ez dixwazim xeberek xweş bi we re parve bikim. Mamosye Îsmaîl...
Hilberîna zanyariyan derbarê wan kesan ku mafê gotinê ji wan hatî stendin
Bernameya Akademîya Îsmaîl Beşîkcî-Bihar 3 îsal bi mijara “hilberîna zanyariyan derbarê wan kesan ku mafê gotinê ji wan hatî stendin” tê birêvebirin! Bernameya ku dê ji bo wê serlêdanên xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê bên qebûlkirin wê di navbera tarîxên 29ê Gulanê û 26ê Hezîranê de, bi maweyê 5 hefteyan, her roja şemiyê saet 14:00-17:00an li ser Zoomê bi awayekî online were kirin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî di çarçoveya pêşvebirina azadiya akademîk û azadiya mafê derbirînê bernameya Akademiya Biharê pêk tîne û armaca wê xurtkirina kabîlîyetên akademîk ên xwendekarên ku halê hazir lîsans, lîsansa bilind û doktorayê dkin û dixwazin di pêşerojê de di qada xebatên kurdî de perwerdehiya xwe bidomînin. Digel vê yekê hêvî û daxwaz ew e ku di navbera wan xwendekar û akademîsyenan ku xwedî heman armancê ne bibe pirekê da ku zanîn û tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin.
Ji bo bernameyê wê hejmareke diyarkirî ya xwendekaran bê qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêk û pêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji pênc hefteyan beşdarî çaran bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.
Tarîxa dawî ya serlêdanê: 23.05.2021
Diyarkirina encamên serlêdanan::24.05.2021
Destpêkirina bernameyê 29.05.2021
Bidawîbûna Bernameyê : 26.06.2021
Kordînatorê Bernameyê: Tofan Sunbul