Ez dixwazim bibim dildar

Em li dildarên ku mîsyon û misyona weqfa me dipejirînin, digerin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) ji roja ku ava bûye û vir ve, ji ber lidarxistina çalakî, Konferansên Xebatên Kurdî û weşanên xwe ve xwe gîhandîye gelek kesî û ji ber vê hindê kesên ku piştevanîya xebatên me dikin, tev li xebatên me dibin û ji me sûdekî wergirin jî her ku diçin zêde dibin.  Em di wê bawerîyê de ne ku em dê bi piştevanî û tevlîbûna we ve karên hîn baştir bikin

Li gorî ku di raporta çalakîyan a sala dawîyê de jî tê xuyakirin, xebatên me yên weqfê bi ked û tevkarîyeke bêhed a însanî li dar dikevin.

Tevî lîjneya mutewelî ya weqfa me, endamên lîjneya rêveberîyê, hevkarên nûnertîya me ya Amedê û kedkarên weqfa me, em weke malbata WÎBê, ji kesên ku piştevanî û tevkarîya me dikin re, spasîyên xwe yên bêhejmar dişînin.

Zêdebûna xebatên me dike ku zêdetir pêwîstiya me tevkarîya dildaran çêbe. Ev karên dildarî dibe ku hin caran wergêrî û girtina wêneyan be, û hin caran jî dibe karekî wekî jimartina pirtûkan û hwd. be.

Hûn dikarîn forma li jêrê dagirin û di warên pêwîst de bibin dildarê me, her wiha hûn dikarin li gorî pîşe û pisporîyên xwe pêşniyara dildariyê bikin.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada