SPASNAME

Dilê Gelê Me Bi Mamosteyê Wî Re Lêdide!

Piştî ku mamosteyê me yê ezîz İsmail Beşikci li nexweşxaneyê razandin di serî de raya giştî ya Kurd, bi sedan dost û hezkiriyên mamoste hem hatin nexweşxaneyê hem jî bi riyên ragihandinê yên din xwe giyandin rayedarên weqfa me û xemginiya xwe anîn ziman û hêvîyên xwe yê hevkarî û piştgiriyê ragihandin.

Di serî de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û rayedarên hikumeta Kurdistanê,

Serokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan, Serokê Giştî yê BDPê Keskin Bayindir, Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Ji KKPê Parlamenterê Wanê Sinan Çiftyürek, Berdevka HDKê Meral Danış Beştaş, Serokê Giştî yê PWK’ê Mustafa Özçelik, Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistan (Başûr) Heci Mahmud;

Mebûsê CHPê Sezgin Tanrıkulu, Mebûsên DEM Partiyê Cengiz Çandar û Serhat Eren, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Doğan Hatun, gelek hevşaredarên navçeyên Amedê, rayedar û endamên HAKPARê, Cîgirê Serokê PWKê M. Can Azbay, Siyasetmedar Sertaç Bucak, rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd;

Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Mele Mustafa Barzanî Mûsa Ahmed, Serokê Weqfa Güneştekin Ahmet Güneştekin, Dîrektorê Kurdistan Chronicle Botan Tehsîn û Dîrektorê Rûdawê Ako Mihemed ji roja ewil ve tim li me digerin daxwaza xwe ya alîkariyê tînin ziman;

Di serî de Odeya Tabîban a Amedê û Serokê wê Veysi Ülgen, sazî û dezgehên sivîl yên Amedê; ekîba tenduristiyê ya ku tedawiya mamoste dike û gelek hekîmên din ên bîzat hatin bi mamoste re eleqedar bûn û gelên ji deverên dûr geriyan gotin em amadene ji bo mamoste bibin alîkar; Bi sedan endam û nûnerên partî, saziyên sivîl ên civakî û hezkiriyên mamoste İsmail Beşikci ku li vir ne mimkun e em navên wan rêz bikin hatin ber nexweşxaneyê, hêviyên xwe yên ji bo başbûna mamaste Beşikci û hezkirina xwe anîn ziman...

Di serî de Ewropa, li çar hêlên dinyayê hezkiriyên mamoste digerin û rewşa wî dipirsin. Her wisa li ser medya civakî bi hezaran dostên mamoste hest û hezkirina xwe parve dikin.

Ji Maseya Krîzê Midûra Çapemenî û Weşanê ya Şaredariya Amedê Berivan Güneş, Ömer Saman û havalên din; Nûnerê weqfa me yê Amedê Nezîrê Cibo û xebatkarên weqfa me çi ket ser milê wan pêk anîn.

Wek Serok û Rêveberiya Weqfa İsmail Beşikci em ji hemûyan re spasiyên xwe pêşkêş dikin. Em di vê baweriyê de ne bi saya dua û hêviyên me gişan ên jidil, mamosteyê me wê dîsa bigijihe tenduristiya xwe ya berê û wê careke din bi me re be.

Serokê Weqfa İsmail Beşikci İbrahim Gürbüz
û Lijneya Rêveberiya

Çalakîyên Nêzîk
  • 28
  • Pûş
100 Yıldönümünde Şeyh Sait Hareketi
  • 17:00 - 17:50
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 28
  • Pûş
Ji Bêdengiyê heya Şahidiyê: Geliyê Zîlan
  • 15:00 - 15:50
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 21
  • Pûş
Kurdên Qafqasyayê
  • 16:00 - 16:50
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
SPASNAME

Dilê Gelê Me Bi Mamosteyê Wî Re Lêdide!
Piştî ku mamosteyê me yê ezîz İsmail...

SERSAXÎ

Xebera wefatkirina wênesazê Kurd ê Dêrsimî Rıza Topal em xemgîn kirin.
Huner,...