Akademiya Îsmaîl Beşîkcî - Bihar/Payîz

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    Internet

  • Dîrok:

    06/01/2024

  • Saet:

    14:00 - 17:00

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

AKADEMIYA İSMAİL BEŞİKCİ YA PAYÎZÊ-PAYÎZ 2023:

NOMOSA KURDISTANÊ DI SEDSALA 20EMÎN DE

Kordînator: Can Şeker

‘Gelo mimkun e em behsa Nomosa Kurdistanê bikin û/an em vê ava bikin?’ Wekî hûn dizanin, me bi vê û gelek pirsên din dest bi guftûgoyên derbarê nomosa Kurdistanê kir û bi Akademiya Biharê ya bi serenavê “Nomosa Kurdistanê di sedsala 21mîn de” dom kir.

Akademiya Weqfa İsmail Beşikci ya Payizê jî bi serenavê “Nomosa Kurdistanê di sedsala 20mîn de” wê dom bike. Ev Akademiya Payizê armanc dike ne tenê sedemên neteweyî û navneteweyî yên neavabûna netewe-dewlet(ên) kurd-navend guftûgo bike, tevkariyek teorîk bike li rewşa ‘halê ne-dewletbûnê’ ku di navenda qelişîna mezin a niha ya di dîroknûsiya kurd de cî digre. Ji vî aliyî ve Akademiya Payizê armanc dike wan sê çerxan ku me wek kurd(bûn), îslam(bûn) û kapitalîzm guftûgo kiribû di Akademiya Biharê ya bi serenavê ‘Nomosa Kurdistanê di Sedsala 21mîn de’, vê carê di peywenda Kurdistana sedsala 20mîn de guftûgo bike.

Em dibînin îro hema hema hemû derdorên ku derbarê kurdan û Kurdistanê de gotineke wan hebe, dema behsa dîroka kurdan dikin, kêm zêde behsa gutî, kasitî, mîtanî, sûbarû, medan hwd. dikin û honaka rabirdûyê saz dikin; ji yekemîn hezara B.Î. vir de zerdeştiyê jî daxil dikin û qada dinyewî-uhrewî tijî dikin. Ev wêne dibe referansa bingehîn a ‘etnî’ya Smithyen ya texeyula Kurdistanê. Herçiqas ji aliyê konjonkturel ve gurahiya wê geh kêm geh zêde bibe jî, di vê sedsala em tê de ne, ne mimkun e ku ev ‘etnî’ li derveyî tevgereke siyasî bê hiştin. Lê bi halê xweyî îro, ev çerx ketiye rengê ‘îslamî’ di maneya Halduniyen de. Ji salên 700î yên P.Î. vir ve, lê bi eslê xwe ji destpêka lawazbûna Xelîfetiya Ebasî vir ve, mîna di hemû Ekumeniya Afro- Afrîkayî de, li cografyaya Kurdistanê jî ku yek ji herêmên wê yî navendî yên serekî ne, hêzên herêmî peyda bûne. Di maweya navbera sedsala 8mîn û ya 16mîn de, ev dêsman kêm an zêde bi referanseke îslamî tevdigeriyan.

Di sedsala 16mîn de êdî di Ekumeniya Afro-Awrasyayî de osmanî, safevî, memlûkî, desmanên di ‘statuya taybet’ ên Afrîkaya Bakur, nîzama li Kurdistanê, nîzama siyasî ya li nîv-girava Erebistanê, dêsmana siyasî ya li Hindistanê bûbûn ‘parçeyên nîzameke hiqûqî’ ya hevpar. Jihevketina vê ‘nîzama hiqûqî’ ji sedsala 18mîn ve lezand, di sedsala 19mîn de jî hema hema ji holê rabû.

Kapitalîzma dîrokî ya Wallersteinyen ku hiqûqa ewropî ya gişteyî kir hiqûqeke gerdûnî û nîzameke netewe-dewletan ava kir wek yekeyeke siyasî, bû rengê esasî yê vê serdemê. Êdî bingeha hebûna li nav nîzama navneteweyî li gor hewcedariyên çerxa kapitalîzmê dihat/tê dirustkirin. Loma, di roja me de jî ‘dewletbûn,’ tevî hemû handîkapên xwe, wek kirdebûna hiqûqa navneteweyî ya di halê xwe yî îro de, bûye ‘temsîl’ bixwe. Li Kurdistanê pêkhatina vê ‘temsîl’ê hewceyî sazkirina kurdbûnekê ye ku qedrê wê ji hebûna wê ya li ser wê axê be, şêwaza siyasî ya kapitalîzma dîrokî (dirustkirina naveroka wê mijareke din e) û referanseke îslamî (ji teorîkbûnê bêtir dîskureke pir pratîk û antî-kolonyal jî bûbe parçeyek wê) jî li derveyî xwe nehêle. Hemû tevgerên manend ên cîhanê, tevî lêzêdekirina taybetmendiyên xwe, tercubeyên nêzîkî vê jiyane.

Di nav dêsmangeriyeke wiha de, bêguman nîqaşkirina netêrkirina dêsmaneke (netewe-dewlet) ku Kurdistanê bike kirdeya hiqûqa navneteweyî, pêdiviya borandina wê, ku dema wê derbas bûye, û hewldayîna ji bo vê pir hêja ye. Lê hemû nîqaşên hatine kirin û wê bên kirin vê rastiyê naguherîne ku di halê hazir de yekdengiyeke mezin heye ku li Kurdistanê ji extiyarê wê bigre heta pitika wê ya hê çênebûye ‘êdinê neyar’ e, nav lê hatibe kirin an nehatibe kirin, bi awayekî objektîv an subjektîv, aşkere an sergirtî, loma vê rastiyê jî naguherîne ku di rewşeke wiha de - qet nebe di demeke kurt û ne-dereng de- avakirina ‘banek’ê (netewe-dewlet) mecbûrî ye û jêneger e. Bi gotineke din, nîqaş divê ne li ser vê be ku Kurdistan divê wek kirdeyeke hiqûqa navneteweyî bê(n) naskirin (rehenda derve), divê nîqaş li ser çawabûna wê be (rehenda hundir): Sisîfosê ku ‘Kevir’ li pişta xwe kiriye (Têkoşîna Kurdan); ‘Kevir’ê ku Sisîfos li pişta xwe kiriye (Têkoşîna ji bo Kurdistanê); Sisîfosbûna ‘Kevir’ (bicîbûna Kurdistanê di kurdan de); ‘Kevirbûna’ Sisîfos (Kurdistanbûna Kurdan). Her yek, bi qasî ku bi serê xwe texeyula Kurdistanê ye, wek riya çareseriyê derdikeve pêş me ku derfet dide ‘di heman demê de yeka din’ jî.

Akademiya Beşikci ya Payiza 2023yan, bi serenava ‘Nomosa Kurdistanê di sedsala 20mîn de’ ji nîqaşê re vedike sedsala 20mîn ku ev zemîna ku xeyaleta Kurdistanê li ser digere û tekrar tekrar jê peyda dibe.

Beşdar, serenavê mijaran û bernameya heftane li jêrê hatiye pêşkêşkirin

Akademî oline ye û zimanê wê kurdî(kurmancî) ye.

NÎŞE: Ji bo bernameyê wê hejmareke diyarkirî ya beşdaran bê qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêk û pêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji şeş hefteyan beşdarî pêncan bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.

LÎSTEYA MIJAR Û BEŞDARAN

HEFTEYA

 

BEŞDAR

 

MIJAR

Hefteya Yekem

06.01.2024

Fırat Aydınkaya

Di Sedsala 20emîn de Texeyulên di Navbera du Xetan de Asêmayî:

Hefteya Duyem

13.01.2024

Mustafa Zengin

Hal(ên) Siyasîbûnê li Kurdistanê: Di Heman Demê de Yeka Din

Hefteya Sêyem

20.01.2024

 

Fidan Mirhanoğlu

Ekonomî-Politika û Parvekirina Kurdistanê di Sedsala 20mîn de: Petrol

Hefteya Çarem

27.01.2024

 

Kamal Solemani

Jinûvenîqaşkirina Pêwendiya Neteweperweriyê û Dîn li ser Bingeha Guherîn û Veguherînên Sedsala 20emîn.

Hefteya Pêncem

03.02.2024

 

Allan Hassaniyan

Çêbûna Nîzama Antî-Kurd a Herêmî û Global di Sedsala 20mîn de: Rewşa Aktorên Global, Herêmî û Lokal û Rolên Wan

Hefteya

Şeşem

10.02.2024

 

Rojda Yaşîk

Edebiyat di sedsala 20emîn de li Kurdistanê: Polînkirina Çînan û Rolên Zayendên Civakî

Tarîxa Dawî ya Serîlêdanê: 25.12.2023
Tarîxa Diyarkirina Encaman: 29.12.2023
Tarîxa Destpêka Bernameyê: 06.01.2024
Tarîxa Dawî ya Bernameyê:10.02.2024
 Roj û Saet: Şemî, 14.00-17.00 

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada