-
Amadekar:
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
-
Cih:
İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
-
Dîrok:
25/06/2022
-
Saet:
17:00 - 19:00
-
Parve Bike:
Hûrgilîyên Çalakîyê
25ê Hezîranê roja şemiyê, saet 17.00an nivîskar û lêkolîner M. Xalid Sadînî wê bi moderatoriya Mevlüt Oğuz li Terasa weqfa me li ser “Mîrnameya Hekarîyan” gotûbejekê bide û piştî gotûbêjê wê pirtûka xwe bo beşdaran îmze bike.
Zimanê gotûbêjê kurdî ye û ji bo çalakiyê hûn vexwendî ne.
Derbarê M. Xalid Sadinî de
Nivîskar, lêkolîner û weşanger, M. Xalid Sadînî bi eslê xwe ji Colemêrgê ye. Wî li Fakulteya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwendiyê û piştre jî li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind temam kiriye.
Dîwana Feqiyê Teyran, Hemû Berhemên Mela Huseynê Bateyî, Mîrnameya Hekarîyan jî di nav de bi qasî 20 pirtûkên wî çap û belav bûne.
Niha gerînendetiya weşanxaneyên Peywend û Loryayê dike û yek ji endamên lîjneya rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye.