Çalakîyên Terasê

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon

  • Dîrok:

    30/09/2022

  • Saet:

    18:30 - 19:30

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

Rewşenbîr kî ye û peywira wî ya civakî çi ye, di civata kurdî de teqabûlî çi dike? Di maweyê dîrokê de li hemberî desthilatê xwedî helwesteke çawa ye? Bîlal Ata Aktaş û Firat Aydinkaya bi moderatoriya Hîcran Cengîz di çarçoveya van pirsan û pirsên bi vî rengî de li serpêhatiya rewşenbîrî dinêrîn û bi awayekî berawirdî lêdikolin bê di nava civakên ciyawaz de rewşenbîr xwedî rol û mîsyoneke çawa ne?

Bilal Ata Aktaş 

Di sala 1993yan de li Mûşê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Stenbolê beşa zanistên siyasî û têkiliyên navnetewî xwendiye. Li Zanîngeha Bogaziçiyê beşa sosyolojiyê xwendiyê lê bêyî ku temam bike çûye Fransayê. Li Zanîngeha Panthéon-Sorbonne ya li Parîsê di beşa tarîxê de lîsansa bilind kiriye. Niha li heman zanîngehê di beşa hiqûq û jeopolîtîkayê de xwendina xwe berdewam dike. Ligel xwendinên xwe yên akademîk di çendîn xebatên çandî û hunerî de cî girtiye. Niha kordînatoriya giştî ya Le monde diplomatique kurdî dike.

Fırat Aydınkaya

Li navçeya Gimgima Mûşê ji dayîk bûye.Ji fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye. Di rojnameyên wekî Radîkal, Ozgur Gundem, Bîrgun, Agos, Ozgur Polîtîka, GazeteDuvar û Nûpel û di kovarên wekî Bîrîkîm, Mesele û Dipnotê de nivîsarên lêkolînî belav kirine. Niha kordînatoriya Kovara Lêkolînên Kurdî (Kurd Research) dike. Herwiha berhemên wî yên wekî ‘Yeni Faşizmin Kökenleri’ (Bingehên Faşîzma Nû), ‘Ölüm Koridoru’ (Korîdora Mirinê) û ‘Bediüzzamanın Hançeri’ (Xencera Bedîûzamanî) hatine çapkirin.
 

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada