Kurekê ku stêrkên behrê ji mirinê xelas dike!

Îbrahîm Gûrbûz, ev pirtûka xwe wekî ku dixwaze têkoşîn û ramanên xwe yên pêncî salî ji bo welatê xwe ber bi ebediyetê ve bibe, nivîsiye.

Elîf Gûn

Pirtûka Îbrahim Gûrbûz a bi navê "Ülkemin Gölgesinde Bir Uzun Yol (Rêyeka Dirêj Di Bin Siya Welatê Xwe de)" ku cilda ewil a rêze pirtûkên sê cildî ya bi navê "Yaşamın Kıyısında (Li Ser Qeraxa Jiyanê)" ya ku min di hilmekê de xwend, ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşikcî ve hat çapkirin. Rêzeke berfireh a bîranîn û berhemek otobiyografîk ku tê de Îbrahim Gûrbûz qala bîranîn û çîroka xwe kiriye, bi gotineke din kuliyatek e…

Îbrahim Gûrbûz di pirtûka xwe a bi navê "Yaşamın Kıyısında" de qala zarokekî birîndar dike ku divê bi tena serê xwe di nav têkoşîn, sirgûn, feqîrî û mirinê de mecbûr maye mezin bibe. Paşê em dibin şahidê wî zarokê birîndar ku hêdî hêdî mezin dibe û dibe rêwiyê welatê xwe yê ku di tarîtiyê de dîl girtiye. Îcar ew lawik kî bû?

Di sala 1955an de li gundê Qizil a navçeya Sarikamişa li Qersê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de sirgûnê welatên ku wan nedizanî bûne, ango navçeya Tire ya Îzmîrê, ku yek ji metropolên Tirkiyê ye, têne sirgûn kirin. Sirgûneke vêşartî a serdestan… Em çîrok û jiyana Îbrahim Gûrbûz ji wêneyên bêreng yên zarokatiya wî dibînin û dixwînin… Têkoşîna jiyana wî zarokî li stasyona trenê ya bi navê Basmane dest pê dike… Trêna reş, bêhna mazotê, nanê somun, kurdê bi dûvik, merşa serdestan "Andımız"… Dema ew di dibistana seretayî de bû, mamosteyê wî dibêje navê Atatûrk binivîse. Îbrahimê piçûk jî dema ku dinivîse dûvika tîpa "t" dirêj nake. Mamoste wî ji ber ku dûvê "t" dirêj nekiriye, îşkence lê dike. Xezebekê bêeceb tîne serê wî zarokî heşt neh salî…

Bi vê tevgera mamoste, Îbrahimê piçûk, cara ewil welatê xwe yî pişt tarîtiyê dîl girtî hêdî hêdî ferq dike. Hevdîtina wî ya duyemîn jî dema ku cîranên wan dibêjin “Hûn ji Kurdistanê hatine?" bi vê pirsê welatê xwe yê li pişt ku tarîtiya dîl bûyî eşkere û zelaltir dibîne. Ji ber ku kurd e, di her aliyê jiyana xwe de rastî îşkence û biçûkxistinê hatiye. Ji ber ku ew ji mirovên li wir dijîn gelekî cuda ne. Ji zimanê ku diaxivîn, ji awayê jiyanê, ji nêrîna wan a li jiyanê, bi kurtasî, di her warî de ne wek yên li wir bûn. Van tiştên ku Gûrbûz di pirtûka xwe de qal dike, rastiya jiyana kurdan û Kurdistanê ye. Gûrbûz ji wê rojê heta îro li sirgûnê jiyaye, li sirgûnê xwend û li sirgûnê jî jiyana xwe berdewam dike. Wî welatê xwe yê di tarîtiyê de dîl girtî di sirgûnê de keşif kir û ji wê demê ve li pey siya welatê xwe yê di tarîtiyê de dîl girtiye.

Paşê jiyana Gûrbûz ya dibistanê dest pê dike. Dema Gûrbûz dibistana seretayî diqedîne, bavê wî, Îbrahimê piçûk dibe dike şagirtê terziyekî. Mamosteyê wî Alaattin Susmaz dibîne ku ew di terzîxaneyekê de dixebite, bi destê Îbrahimê biçûk digire û wî dibe dibistana amadeyî de qeyd dike. Ev bûyer jiyana Gûrbûz diguherîne. Ji ber vê yekê Gûrbûz dîsa dest bi jiyana xwe ya perwerde û hîndekariyê dike. Bûyereke din a ku jiyana Gûrbûz diguherîne, hevdîtina wî ya bi mamosteyê wî yê edebiyatê Hamdullah Kose re çêdibe. Mamosteyê wî kovar û rojnameyan didê û wî tevlî koma folklorê dike.

Bi vî awayî baweriya Îbrahimê piçûk pê re çêdibe. Herweha bi xwedina wan kovar û rojnameyan re cîhana fikr û ramanên Îbrahimê piçûk diguhere û teşe digre. Xala sêyem a ku herî serî zêde ku bandor li ser jiyana Îbrahim Gûrbûz dike ew ê ku berhemên Îsmaîl Beşikcî ku di salên zanîngehê de dixwîne. İbrahim Gûrbûz bi xwendina berhemên Îsmail Beşikcî hişmediya wî a netewî zêdetir dibe. Tişta herî balkêş ev e ku mamosteyê wî yê edebiyatê Abdullah Koseoglu ku di salên 1969-70î de jiyana wî guherandibû, şagirtê Îsmail Beşikcî ye. Îsmail Beşikci, kesê sêyemîn e ku bandorekê bêhempa li ser jiyana Îbrahim Gûrbûz dike. Ji ber vê yekê bi salan şûnda Îbrahîm Gûrbûz bi navê Îsmaîl Beşîkcî ku yek ji kesayetên ku bandor li jiyana wî kiriye, weqfekê ava dike. Ev her sê bûyerên ku jiyana Gûrbûz guherandine, dihêle ku ew bi derfetên xwe di îmtîhana zanîngehê de derbas bibe, bixwîne û pêşerojê sazî, enstîtû, radyo û weqfên kurdî ji bo gelê xwe û Kurdistanê ava dike.

Îbrahîm Gûrbûz di sala 1973-74an de beşa Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Anadoluyê dixwîne. Di sala xwendinê ya 1978-1979an de zanîngehê diqedîne. Di sala 1979an de li Lîseya Atatûrk a Sêwasê dest bi mamostetiya kîmyayê dike. Paşê di sala 1979an de li Muzexaneya Arkeolojiyê ya Stenbolê wek endezyarê kîmyayê dest bi xebatê dike. Gûrbûz di vê pêvajoyê de bi awayekî çalak xebatên siyasî dimeşîne. Gûrbûz xorteke ku di tevahiya jiyana xwe de li pey îdealên xwe ye û ti hesab kitêban nake. Ne mirin û ne jî êşkence wî ji vê sekn û fikra wî dernaxîne. Gûrbûz tim welatê xwe yê di tarîtiyê de dîl girtî difikire, ji bo vê armanca xwe ji wezîfeya xwe endezyarî ya ku li Muzeya Arkeolojiyê îstifa dike. Di 8ê Gulana 198ê de tê binçavkirin.

Di derbeya 12ê Îlonê de nêzî 5 salan di zindanê dimîne û ji îşkenceyê xeterê de derbas dibe û dibîne. Îbrahim Gûrbûz di girtîgehê de beşdarî gelek berxwedanên mezin dibe. Di girtîgehên curbicur de dimîne û wê demê di bin zext, tundî û lêpirsînê de rastî îşkenceyan tê. Her tiştî ji bo welatê xwe yê dîl girtî dide ber çavê xwe û ji raman û helwestên xwe ti carî tawîz nade. Ew 4 derbeyên leşkerî û ji gellek operasyon û sûîqestan xilas dibe. Ji xeynî van hemû bûyeran, bi pêşengiya tevgereke faşîst a dewletê, ji aliyê kurê meta xwe ve rastî bedxwazî (yanî suîqestê) tê. Bi her awayî li ber xwe dide û ti carî ji sekn, raman û doza xwe tawîz nade. Gûrbûz ji bo ku bikaribe bixwîne, havîna bi malbata xwe re diçe karê demsalîyê dike. Wî tim hewl dayê ku xwe ji tunebûnê xwe biafirîne û bi ser jî ketiye. Gûrbûz her tim li ser lingên xwe rawestiyaye, ji hezkirina welatê xwe û helwesta xwe tawîz nedaye paşde tu carî gav naavêtiye.

Kitêb bi giştî ji bîranînên nivîskar pêk tê û ev bîranîn ji zarokatiya nivîskar heta pîrbûna wî demekê di hundurê xwe de vedihewîne. Bi giştî eger em pirtûkê yanî bi tevahî li pirtûkê mêze bikin, têkoşîn, ziman, çand, dadmendî, fezîlet û hwd. Jiyana ku xwe tim spartiyê û li ser nirxên bilind ên wekî welat û gel hatiye nivîsandin. Em ne tenê jiyana kurdekî dibînin em jiyana bi sedan malbatên kurd, çarenûsa miletekî û welatekî dîl girtî dibînin.

Dema ku min ev pirtûk xwend şaşwaz bûm. Sedemê şaşwazbûna min ev bû, merivek çawa dikare ewqas zehmetiyan bi tenê bijî û di dawiyê de jî bi serdikeve. Di vê pirtûkê de, hûn ne tenê jiyana Îbrahîm Gûrbûz dixwînin, hûn rewşa kurd û Kurdistanê yanî beşek ji dîroka Kurdistanê jî dixwînin. Bi kesayetiya xwe ya geş, mîna findekê, ji malbat, xwendekar, mirov, welat, nas û nenasên xwe re dibe rêberek, çavkaniyek û ronahiyek. Bi awayekî berz Gûrbûz bi vê berhema xwe diqîre û dibêje ku di jiyana xwe ya 50 salî de ji berdewamkirina vê têkoşînê bêzar nebûye û wê bêzar jî nebe. Mîna ku ev pirtûk abîdeyek e ji kesayetiya Îbrahîm Gûrbûz a sade, mutewazî û heman awayî zimanekî herîkbar û hestiyar hatiye nivîsîn. Mirovên ji her temenî dikarin ji xwendina vê pirtûkê sûd wergirin. Di pirtûkê de li ser malbateka kurd hûnê dîroka Kurdistanê, civaka kurdan, hişmendiya netewî, têkoşîna hebûna kurdan, huner û çanda kurdan hatiye nivîsîn, hûn ê bixwînin.

Di zindanên 12ê Îlonê de, di îşkenceyê de, di hucreyê de, li welatê xwe yê dîl girtî difikire û xeyal dike. Xeyala wî ya herî mezin ew e ku bibe ronahiyek ji bo welatê xwe yî tarîtiyê de dîl maye. Gûrbûz di sala 1991an de bi komek hevalên xwe re Navenda Çanda Mezopotamyayê ku yekemîn navenda çanda kurdî ye di sala 1992an de jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ava dike. 3,5 salan dibe serokê Navenda Çanda Mezopotamyayê. Îbrahîm Gûrbûz bi avakirina MKMê re dev ji têkoşîna siyasî berda û ji bo ziman, weşanê, çand û zanistê têdikoşe. Yaşam Radyo û hwd. di damezrandina gellek rêxistinan de cih digre. Bi rastî jî ew zarokê ku stêrkan xelas dike Îbrahîm Gûrbûz bixwe ye. Dixwaze welatê xwe, zimanê xwe, çanda xwe ji mirinê xelas bike. Hewl dide nirx, ziman û çanda welatê xwe di tarîtiyê de dîl girtî ji mirinê xilas bike. Hezar ciwanên kurd re dibe ronahî, piştgirî dide wan. Dixwaze wan jî mîna wan stêrkên behrê ji mirinê xelas bike. Yek ji wan stêrkên behrê ku ji mirinê xelas kiriye xwedîyê vê nivîsê bixwe ye jî.

Gûrbûz pirtûka xwe bi van rêzan diqedîne: “Bila welatê me di tarîtiyê de dîl girtî nemîne, fîlozofê damezrîner ê miletê Alman Goethe, li ber mirinê wisa dibêje: 'Ronahî, ronahî, zêdetir ronahî!' Pêdiviya me bi ronahiyê û ronahiyê heye, bêhtir ronahî!” Îbrahîm Gûrbûz, ev pirtûka xwe wekî ku dixwaze têkoşîn û ramanên xwe yên pêncî salî ji bo welatê xwe ber bi ebediyetê ve bibe, nivîsiye. Belkî erka me ciwanan jî ew e ku em vê ronahiyê ber bi ebediyetê ve bibin.

Çavkanî: Gazeteduvar

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada