BÛRSA PERWERDEYA ZAROKAN A AFKİV-KOMELEYA ÎSMET ŞERÎF WANLÎ
1. Konsept bi kurtî
- Armaca bûrsê tenê perwerdekirina zarokan e û bêyî ku li ziman, bawerî û nijada wan bê bihêrîn bi awayekî wekhev bo zarokên keç û kur tê dayîn. Herwiha em dê pêşekiyê bidine wan zarokan ku ji ber sedemekê dê yan bavên girtî ne yan jî wefat kirine.
2. Şert û mercên serîlêdanê
- Divê serlêder perwerdeya seretayî qedandibe û temenê wê/î di navbera 12-18 salî de be
- Divê serlêdar dûpat bike ku pêwîstiya wê/î bi alîkriyê heye (form di pêvekê de ye)
- Divê serlêder li bajar, bajarok yan jî gundekî bakurê Kurdistanê bijî
- Divê serlêder perwerdeya seretayî (4 sal) bi serkeftî temam kiribe
- Dema serlêder burs wergirt divê bi awayekî serkeftî derbasî poleke nû bibe
- Çênabe ku serlêder xizm û nasekî (birazî, xwarzî, mixaletî, nevî û hwd.) rêveberiya WÎBê û AFKİVê be
- Divê serlêder halê hazir ji saziyeke fermî yan taybet bûrsekê wernegire
- Bûrs salane ye û divê hersal car din serlêdan bêne kirin
- Bûrs bo hesabê xwendekarê/î yan jî bo hesabê nasekî bûrsiyerî tê razandin
- Serîlêdan li ser înternetê û bi rêya WÎBê bo AFKİVÊ tên kirin
- Lijneyeke ku ji WÎBê û AFKİVê pêk te serîlêdanan dinirxîne û piştî erêkirina rêveberiya AFKİVê tên teqezkirin
3. Miqdara Bursê
- Salane 500 frankê swîsreyî ye
- Di du somestran de tê dayîn
- Bûrs bi rêya saziya partner WÎBê li bûrsiyeran tê belavkirin
4. Bo peywendiyê û agahiyên zêdetir:
TEL: (0212) 245 81 43 - GSM: (0541) 391 81 49
E-mail: info@ismailbesikcivakfi.org