Semîner û Panel

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İBV Diyarbakır Temsilciliği

  • Dîrok:

    26/09/2022

  • Saet:

    17:30 - 18:30

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

Nûnerê me yê li Amedê û nivîskar Nezîrê Cibo, 26ê Îlonê roja duşemê saet 17.30an li Nûnertiya me ya li Amedê li ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Jiyanên Penaber’ a ku ji Weşanxaneya Lîmanê derketiyê gotûbêjekê dide û piştî gotûbêjê pirtûka xwe îmze dike.

Derbarê Nezîrê Cibo de

Perwerdekar, nivîskar û rêveberê rêxistina civaka sivîl Nezîrê Cibo, bi eslê xwe ji gundê Bêciramana girêdayî navçeya Kercosa Batmanê ye, li Nisêbînê ji dayîk bûye.

Li Amedê, li Dibistana Zimanên Biyanî îngilîzî û li Zanîngeha Dîcleyê perwerdeya dîrokê dîtiye.

Ligel gelek xebatên lêkolîn-vekolînê, gername û biyografîk pirtûkên wî yên bi navê ‘Siltanên Hevêrkan’, ‘Ji Midyadê heta bi Peravên Baltiqê’, ‘Bi Henek’ û ‘Jiyanên Penaber’ çap û belav bûne.

Mamoste Cibo, niha ligel karê mamostetiyê, wekî nûnera Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li Amedê kar dike.
 

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği