Semîner û Panel

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İBV Diyarbakır Temsilciliği

  • Dîrok:

    07/10/2022

  • Saet:

    17:00 - 18:00

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

7ê Cotmehê roja înê, saet 17.00an nivîskar û lêkolîner M. Xalid Sadînî  wê bi moderatoriya Nezîrê Cibo li Nûnertiya weqfa me ya li Amedê, li ser “Mîrnameya Hekarîyan” gotûbejekê bide û piştî gotûbêjê wê pirtûka xwe bo beşdaran îmze bike. 

Zimanê gotûbêjê kurdî ye û ji bo çalakiyê hûn vexwendî ne.

 

Derbarê M. Xalid Sadinî de

Nivîskar, lêkolîner û weşanger, M. Xalid Sadînî bi eslê xwe ji Colemêrgê ye. Wî li Fakulteya Vekirî ya Zanîngeha Anadoluyê beşa Sosyolojiyê xwendiyê û piştre jî li Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê, di beşa Çand û Zimanê Kurdî de lîsansa bilind temam kiriye. Dîwana Feqiyê Teyran, Hemû Berhemên Mela Huseynê Bateyî, Mîrnameya Hekarîyan jî di nav de bi qasî 20 pirtûkên wî çap û belav bûne. Niha gerînendetiya weşanxaneyên Peywend û Loryayê dike û yek ji endamên lîjneya rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada