Derbarê Pırtûkxaneyê Û Saetên Xebatê De

Pirtûkxaneya Lêkolînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, li Tirkîyê yek ji wan pirtûkxaneyan e ku di serî de ji bo qada Lêkolînên Kurdî, dixwaze di demeke fireh de bibe yek ji pirtûkxaneya mijarî. Yek ji taybetmendîya pirtûkxaneyê ya herî girîng jî ev e ku tevahîya koleksîyonê ji çavkanîyên ku Dr. Îsmaîl Beşîkcî ji salên 1950an ve jê sûd wergirtîye û berhev kirîye, pêk tê. Pirtûkxaneya Lêkolînê ya Îsmaîl Beşîkçî ya ku kakilê wê ji koleksîyona Dr. Îsmaîl Beşîkcî pêk tê, di war û mijarên pêwendîdar de, bi çavkanîyên çapkirî yan jî dijîtal ên ji zimanên cîyawaz jî li geşedana xwe her berdewam e.

Pirtûkxaneya ku di sala 2011an de dest bi xizmetê kirîye, bi taybetî di warê zanistên civakî û edebîyatê de ji berhemên bi zimanên cur bi cur û ji belgenameyên Îsmaîl Beşîkcî yên ku hêjayî arşîvkirinê ne pêk tê.  

Pirtûkxaneya me ya ku ji bilî zimanê kurdî û tirkî, ji berhemên ji zimanên din jî pêk tê, bo cara pêşîn her mijarek li gorî serenavê xwe bi Kurdî-Tirkî-Îngilîzî hatiye sererastkirin. Di pirtûkxaneyê de zêdetirî 20 hezar çavkanîyên cuda di kategorîyên cuda de hatine dabeş kirin. Ev kategorî ji van beşan pêk tê; zanistên civakî, dîrok-erdnîgarî, edebîyat, dîn, mijarên giştî, felsefe-psîkolojî, ziman û zimannasî, zanistên xwezanasî-bîrkarî, teknolojî, huner û dîyarî ne. Tevahîya van çavkanîyan di zimanên cur bi cur de weşîyane; Tirkî, Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) Îngilîzî, Fransî, Almanî, Osmanî, Yewnanî, Farisî, Erebî û Kirîlî.

Di pirtûkxaneyê de sîstema Otomasyonê a LIBRIDê tê bikaranîn û çavkanî li gorî sîstema dabeşkirina dehane a Dewey û bi sepana refa vekirî ji xizmeta bikarhîneran re tê pêşkêşkirin. Pirtûkxaneya me du qetî ye, û di her du qetan de jî ji bo ku mêvanên me bi asûdeyî lêkolînên xwe bibin sêrî, maseyên xebatê hene û her wiha ji bo ku bikaribin sehîkirina koleksîyonê bikin û wê di xebatên xwe de bi kar bînin, qadeke guncav a ku bi alîkarîya kompîteran hatiye sazkirin, heye. 

Milkê pirtûkxaneya me ji alîyê Îbrahîm Gurbuz û Aynur Gurbuz ve hatiye bexişandin. Dekorasyona hundirê pirtûkxaneyê, bi çêkirina kaxezên dîwarî yên taybet ên ku ji hin pirtûkên Îsmaîl Beşîkcî hatine wergirtin, ji alîyê mîmar Can Tepe ve hatiye dîzaynkirin. 

Armanca pirtûkxaneyê, dabînkirina derfetên lêkolînê ye ji bo her kesa/ê ku di warê zanistên civakî de xebatê dike yan jî dixwaze bike. Û her wiha pirtûkxaneya me dixwaze xwe bigihîne wan bikarhînerên pirtûkxaneyê yên ku nûbûnên di warê pirtûkxanevantîyê û teknolojîyên zanyarîyê dişopînin û bikaribin kartêkekî li lêkolînan bikin. Pirtûkxaneya me ji bikarhînerên xwe re sîstema endamtîyê li dar dixe. 

  • 800 kovarên cuda 
  • Nêzî 3000 hezar rojnameyên bi cîld ên ku ji 92 rojnameyên cuda pêk tên.  
  • Yavrumun Elifbası (1927 – Helal Matba’ası ),  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1339 – Numara: 03,  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1341 – Numara: 14,  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1341 – Numara: 15,  
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 1 1924-1341 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 2 1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 1 1924-1340
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 2 1924-1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 3 1924-1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 4 1924-1340 
  • Berhemên nadîr yên wekî Menniskas Geograpi Försök till popular framstallning afden historiska 
  • geographien, efter Carl Ritters Method af Fr. De Rougemont Stockholm 
  • Zach’arias hæggeström / 1846 cih digrin.

Demên me yên xebatê

Pirtûkxaneya me ji bilî rojên betlaneya û yekşem û duşemê, ji saet 09.30an heta 18.00an di xizmetê de ye.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada