Teras Etkinlikleri

  • Hazırlayan:

    İsmail Beşikci Vakfı

  • Yer:

    İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon

  • Tarih:

    16/03/2024

  • Saat:

    15:00 - 17:00

  • Paylaş:

Etkinlik Açıklaması

Gotûbêj û temaşekirina belgefîlma Metê Av Xwîn Tê-Tahir Nas

Sosyolog û nivîskar İsmail Beşikçi û derhênerê belgefîlma bi navê Metê Av Xwîn Tê-Tahir Nas û Nihat Gültekin li terasa Weqfa İsmail Beşikçi li ser Komkujiya Geliyê Zîlan û bi minesebata 18 Adarê li ser komkujiya Helebcê nêrînên xwe anîn ziman û li ser komkujiyên kurdan axivîn. Di heman demê de mêvanên hazir belgefîlma bi navê Metê Av Xwîn Tê-Tahir Nas jî temaşekirin. Gelek mêvan jî tevlê vê bernameyê bûn.

Nivîskar û derhêner Nihat Gültekin di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bîranina Geliyê Zîlan û Helebce ye. Di berdewama axaftina xwe de wiha digot; “Hewceye gotinê ye divê ez bibêjim ku girîng e bîranîna qirkirinê. Divê em her tim parvekirina êşên komkujiyên ku li ser Kurdan bûye, bikin. Ez hemû şehîdan bi bîr tînim. Zîlan û Helebce birîneke nepêçekirî ye. Felaketa herî mezin a ku dikare were serê miletekî ew e ku dîroka wan ji aliyê dijminan ve were nivîsandin. Gotin û şîretên mamoste İsmail Beşikci û Celîlê Celîl di van xebatan pir girîng bûn, di demên van xebatan de her tim gotinên wan her tim li ber guhê min bû. Ji bo arşîv û bîrekê çêbikim, min gelek pirtûk weşand û belgefîlm çêkir. Her komkujî, her qetlîam bi sedan êşên dramatîk, trajedî û gelek çîrokên xemgîn li pey xwe dihêle. Çîroka her mirovê ku rastî komkujiyê hatiye, serpêhatiya wan kesan an jî bûye şahidê wan rojan, bi serê xwe mijara fîlm, muzîk û romanê ye. Armanca xebata min jî ew e ku mirov van êşan ji bîr neke. Her şahid belgeyek e, belge jî dîrok e.”

Derhêner Gultekîn li ser amadekirina belgefîlmê de got; “Ez bi salane di qada Geliyê Zîlan de xebata dîroka ya devkî dikim. Di nav van xebatên salan de du hevok herî zêde bandor li min kir. Yek “Em li hemberî sûcekî bênav in” û ya din “Bila Xwedê wan rojan neyne serê neyarê me”. Van hevokan bandorek mezin li ser min çêkir. Divê ev komkujî neyê efûkirin. Ji ber ku heger hûn bibexşînin, ew komkujî dikare dîsa were dubare kirin.”

Sosyolog û nivîskar İsmail Beşikci di destpêka axaftina xwe de got; “Ez şehîdên Helebce bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim”. Encamên êrîşa bi çekên kîmyayî ya li ser Helebçeyê ji aliyê balafirên şer ên rejîma Baas a serdemê 16ê Adara 1988an ve giran bû. Gelek bajar û deveran ew komkuji hat lanetkirin, gelek bername hat amadekirin. Wek tê zanînê dîmenên qirkirinê her di bîra mirovahiyê de ye. Kolan, li ber dîwaran, rê û bexçe tijî meyt bûn. Êrîş danê sibê saet di 10.50an de li navenda Helebce û niştecihên derdorê pêk hat. Piştî êrîşa ku nêzî 20 deqîqeyan dom kir, bêhna sêvan bêdeng li herêmê belav bû û di encamê de 5 hezar kes mirin û zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Sosyolog û nivîskar İsmail Beşikci di berdewamiya axaftina xwe de got; “16 Adara 1988an Halebce jenosîdek e, lê belê em li dinyayê de çi dibînin? Di dinyayê de li dij vê jenosîdê tu reaksiyonek, rexneyek pêk nehat. Komkujî pêk tê, lê hûn wekî dewletên demokratik yên Ewropayê an jî em bêjin dewletên pêşketî nêrazîbûnek li dij vê komkujiyê nîşan neda. Her wisa 18 Adarê 1988an de li Kuweytê Konferansa İslamê dicive. Konferansa Îslamê bi beşdarbûna 53 dewletan civiyabû. Di 16 Adara 1988an de li dijî kurdan komkujiyek çêbû lê li Konferansa Îslamê qet behsa vê komkujiyê nehat kirin. Salên 1983 û 1988an de hejmara Kurdên ku di darizandina wan de gaza herî bi jehr e hatin qetilkirin ji şeş hezarî zêdetir bû. Li Helebçeyê bi gazên jehrî jenosîd hat kirin. Ji bilî mirinan, hejmara astengdaran pir zêde ye. Zarokên ku piştî wan rojan çêbûn, hemû astengdar çêbûn. Dersîmê, Geliyê Zîlan û li gelek deverên din jî komkujî li hemberî kurda çêbûn. Armanca wan sereke asîmilasyon e. Lê Kurd jî hemberî asîmilasyonê berxwe da, di nav berxwedanê da bûn.”

Piştî axaftinan belgefîlma Metê Av Xwîn Tê- Tahir Nas hat temaşekirine. Tahîr Nasî yê ku di sala 1930an de dema Komkujiya Geliyê Zîlan pêk hat 12-13 salî bû, bi du guleyên li piyê xwe birîndar ji mirinê xilas bibû. Hevpeyvînên nivîskar Nîhat Gultekîn bi Tahîr Nas re kirîbû wek kitêb hatibû weşandin. Wî piştî demekê re pirtûka xwe ya bi navê Tahir Nas- Şahidekî Komkujiya Geliyê Zîlan veguherand belgefîlmê. Piştî 90 salan Tahîr Nas biribûn cihê jenosîdê û dîmen kişandibûn. Demekê dirêj şûnda belgefîlm hatibû temamkirin.

Belgefîlma bi navê Metê Av Xwîn Tê beşdarî festîvala navneteweyî ya fîlmên kurdî yên Duhok û Berlînê bibû. Nihat Gültekin; “Divê ev lêkolîn û xebat bi piştgiriya saziyan bin. Lêkolînên takekesî piştî demek şûnda pirsgirêkên xitimandinê rû didin. Pirsgirêka miletekî tenê bi piştgiriyek mezin dikare encam bigire. Tevî her tiştî ez dikarim bibêjim ku ez kêfxweş im ku me destê mirine gelek bîranîn xilas kir. Ji ber ku me bi xebata diroka devkî gelek arşiv tomar kir û me rê neda ku bîranîn bikevin bin erdê sar û ber. Û em hewl didin ku hafizeyek înşa bikin.” Gotinên xwe bi awayî qedand.

Bandora fîlmê atmosferek hestyarî çêkir. Semîner piştî pirs û bersivan bi dawî bû.

Yaklaşan Etkinlikler
  • 20
  • Nis
Haberler